Parêzer Îbrahîm Bîlmez: Li Tirkiyeyê hiqûq ji zûdeyî hatiye betalkirin

Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî yê hatin Tirkiyê, serdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê kirin.
Delegesyonê têkildarî Rêber Apo ku 2 salan zêdetir agahî jê nayên girtin, agahî wergirtin.
Di hevdîtinê de Parêzerên Rêber Apo qala tecrîda li Îmraliyê kirin û xwestin demildest destwerdan were kirin.

Endamên Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî serdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê kirin

Delegesyonê têkildarî Rêber Apo ku 2 salan zêdetir agahî jê nayên girtin, agahî wergirtin.

Di nava delegasyonê de ji sê welatên cuda 3 kes hatin temsîlkirin.

Ji parêzerên Rêber apo Îbrahîm Bîlmez di hevdîtinê de axivî û qala tecrîda li Îmraliyê kir.

Îbrahîm Bîlmez bi bîr xist Rêber Apo mirovekî ji rêzê nîne û wiha axîvî

“Ev rewş gel eleqedar dike. Tecrîdeke giran lê tê ferzkirin ku li cîhanê mînaka wê nîne.

Li Tirkiyeyê hiqûq ji zûdeyî hatiye betalkirin.

Dema mijar dibe kurd, Abdullah Ocalan û muxalîf hingê hiqûq tê betalkirin.”

Bîlmez ragihand ku li Girava Îmraliyê hiqûq bi cih nayê anîn, bi rêbazên kêfî nayê bicihanîn.

Di dewamê de Parêzer Bîlemz destnîşan kir ku Rêber Apo alîgirê çareseriya aştiyane ye û wiha got:

“Ew mirov e ku pêşniyarên çareseriyê yên herî maqûl dike.

Lewma tecrîda li ser Ocalan tê wateya tecrîdkirina pirsgirêka kurd.

Zehmet e ku herdu ji hev bê cudakirin.”

Sarica: Li Îmraliyê şert û mercên îşkenceyê hene

Di hevdîtinê de Parêzer Sarica jî bal kişand ser qedexeyên kêfî yên li dijî hevdîtina parêzeran û malbatê ya bi Ocalan re.

Sarica ragihand ku Tirkiye di nava 8 salên dawî de ketiye nava ‘tunela’ şer û got;

“Niha, di dema hilbijartinê de jî li Îmraliyê şert û mercên îşkenceyê hene.

Ser vê yekê dinixumînin” û kampanyayên li ser Abdullah Ocalan têne meşandin.

Parêzer Sarica bal kişand ser nêzîkatiya Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) a têkildarî Girtîgeha Îmraliyê û destnîşan kir ku helwesta CPT a li ser tecrîdê 25 sal in bi heman rengî ye.

“helwesta CPT a têkildarî tecrîdê 25 sal in bi heman rengî ye”

Ji parêzeran Raziye Ozturk jî bal kişand ser rola Yekîtiya Ewropayê û got:

Yekîtiya Ewropayê mafê xwe yê zexta li ser Tirkiyê bi xurtî bi kar anîne, sedema vê jî têkiliya berjewendiyan a navbera herdu aliyane.

“Çareseriya pirsgirêka Kurd bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêkane”

Endamên delegasyonê Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî jî diyar kirin çareseriya pirsgirêka kurd bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dikare pêk were.

Parêzeran rapora binpêkirina sala 2022’yan pêşkêşî delegasyonê kirin

Parêzeran piştre rapora li ser binpêkirina mafên mirovan ên sala 2022’yan ên li Îmraliyê pêşkêşî delegasyonê kirin.

Li dijî tecrîdê Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê hat Tirkiyê

Back to top button