Di navbera hêzên hikimeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk li Idlibê şer rû da

Di navbera hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk de li herêmên Idlib û Hemayê şer rû da. Hêzên hikûmeta Şamê bi alîkariya Rusya êriş li dijî DAIŞ’ê ên li çolistana Reqa pêk anî.

Navenda çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihan ku, hêzên hikûemtê bajarokên Sifûhin, Benîn Filêfil El-Fetîra û El-Bara ên li başûrê Idlibê topbaran kirin.

Hat diyar kirin li derdora El-Emîqa û El-Meşerî’i ên li rojavayê Hemayê hêzên hikûmetê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi çekên navîn û giran bargehên hev topbaran kirin.

Li aliyekî din çavdêriyê ragihand di encama êirşa xwekuj ya çeteyên “Ensar El-Islam” a berî du rojan leşkerek hêzên hikûmeta Şamê hate kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Hêzên hikumetê li çolistana Reqa êriş li dijî DAIŞ’ê êriş pêk anî

Her wiha çavdêriyê ragihandin ku, vê sibê hêzên hikûmetê êriş li dijî çeteyên DAIŞ’ê ên çolistan Reqayê pêk anî.

Hate ragihandin ku ev êriş bi piştgiriya balafirên şer ên Rûsyayê pêk hat.

Back to top button