Li Derya Spî keştiya koçberan binav bû, 35 kes mirin

Di nava koçberiyê de, xeyalên gelek kesan di DeryayA Spî de bi dawî bûn. Li peravên Lîbya keştiya koçberan binav bû, herî kêm 35 kes mirin.

Rêxistina Koçberan a Navneteweyî (IOM) ragihand ku 15’ê Nîsanê li peravên Lîbyayê keştiyeke darîn a ku koçber tê de bûn binav bû herî kêm 35 koçber mirin.

Rêxistinê ragihand ku 29 kesên di keştiyê de winda bûne û dibe ku ew jî mirine.

Li gorî daxuyaniya rêxistinê, cenazeyên 6 kesên ku di encama binavbûna keştiya li nêzî bendergeha Sabrata ya li rojavayê welêt de jiyana xwe ji dest dabûn, ji deryayê hatin derxistin.

Rêxistinê diyar kir ku tenê di vê hefteyê de herî kêm 53 koçber li peravên Lîbyayê winda bûne yan jî mirine.

Li gorî daneyên Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî, sala borî herî kêm 1,500 koçber li ser rêya Derya Spî winda bûne yan jî mirine.

Rêxistinê ragihand ku îsal ji serê salê û vir ve herî kêm 467 kes li Deryaya Spî mirine.

Lê dibe ku ev rêje bi bûyerên ku nehatine tespît kirin pir zêdetir be.

Back to top button