Li Nîjerya bêtirî 70 terorîstên DAIŞ’ê hatine kuştin

Hêzên Hewayî yên Nîjeryayê li dijî çeteyên DAIŞ’ê êriş pêk anîn. Hêzên Nîjeryayê ragihandin ku di encama êrişê de, bêtirî 70 terorîst hatine kuştin.

Qada Gola Çadê ku artêşa Nîjeryayê li wê herêmê êrişa hewayî pêk anî, ji sala 2016’an ve ji aliyê endamên Dewleta Îslamê ya Efrîkaya Rojava ku bi ser DAIŞ’ê ve ye, tê bikaranîn.

Çeteyên DAIŞ’ê tevî hevrikê xwe yê herêmî Boko Haram di nava deh salên derbasbûyî de bêtirî 40 hezar kes kuştin.

Her wiha bon sedema bêtirî 2 milyon kes ji cih û warê xwe bibin.

Kesên koçber bûyîn, hîna jî ji tirsan nikarin li warên xwe vegerin.

Berdevkê Hêzên Hewayî Edward Gabkwet anî ziman ku 13’ê Nîsanê li ser du cihên bi guman keşif kirine û “gelek terorîst û kampeke lojîstîkê” tespît kirine.

Gabkwet diyar kir ku 14’ê Nîsanê êrişa hewayî pêk anîne û di encamê de zêdeyî 70 ‘terorîst’ kuştine.

Koma girêdayî DAIŞ’ê, ji par ve cihê Boko Haram dagirtiye.

Serçeteyê Boko Haram Ebûbekir Shekaû di şerê navbera herdu komên çete de hatibû kuştin.

Back to top button