Şêniyên navçeya Tirbespiyê û Yekitiya Jinên Ciwan xiyaneta PDK`ê û hevkariya wê bi dewleta Tirk re û lêkirina dîwarê di navbera Rojava û Şengalê de şermezar kirin.
Yekitiya Jinên Ciwan a navçeya Tirbespiyê derbarê êriş û hevkariya PDK’ê de daxuyanî dan.
Daxuyanî ji aliyê endama rêveber a yekitiyê Rîda Omer ve hat xwendin û hat gotin: “PDK`ê bi hevkariya xwe ya istixbaratî û leşkerî bi dewleta Tirk re û ya li dijî gerîla, xiyanet li gelê Kurd dike.
Aramanc tunekirina tevgera Azadiyê û fikrê Rêber Ocalan e.”
Yekitiya Jinên Ciwan di dawiya daxuyaniyê de soza mezinkirina têkoşînê dan..
Meclisa Navçeya Tirbespiyê jî îro bi armanca nîqaşkirina rewşa siyasî û lêkirina dîwarê di navbera Rojava û Şengalê de li hola Siyahî civînek li dar xist.
Di civînê de endamê rêveber ê Meclisa Navçeyê Sîpan Mihemed axivî û got:
Armanca hevkariya PDK`ê bi dewleta Tirk re û lêkirina dîwarê di navbera Rojava û Şengalê de, hewldaneke nû ya tunekirina doza kurdî ye.
Bi hemû rêbazan hewl didin projeya demokratîk a li herêmê têk bibin.