Li Fransa tûra 2. nêz dibe, gotinên Macron û Le Pen tûjtir dibin

Ji bo diyarbûna serokomarê nû yê Fransa tenê 7 roj man. Li Fransayê di pêşbirka serokomariyê ya navbera Macron û Le Pen de gotin tundtir dibe. Dengên hilbijêrên Fransî yên di tûra duyemîn de dibe ku ne tenê li ser siberoja Fransa, li Ewropa, NATO û Ûkraynayê jî bandor bike.

24’ê Nîsanê wê Fransî bi hilbijartina serokomarê xwe yê nû, polîtîkayên 5 salên pêşiya welat diyar bikin.

Her ku dema hilbijartina tûra 2. nêz dibe, gotinên ji devê Emmanuel Macron û namzeta rastgirên tund Marine Le Pen tûjtir dibe.

Encamên anketên dawî nîşan didin ku Serokkomar Macron ji sedî 54 li pêş e.

Ji ber ku ferq kême, nîşan dide ku di rojên pêş de pêşbirka hilbijartinê wê gurtir bibe.

Çavdêrên siyasî bal kişand ser dueloya televîzyonê ya di navbera Le Pen û Macron ku wê roja Çarşemê pêk were.

Çavdêrên siyasî dibêjin ku ew dikare bibe dueloya herî dijwar di dîroka Fransa de.

Sûcdarkirinên giran ên ku Marine Le Pen di weşana ku beşdar bû de li dijî hevrikê xwe Macron kir, vê yekê piştrast dike.

Le Pen got, “Bi milyonan Fransî di wê baweriyê de ne ku hikûmeta bi serokatiya Macron bi awayekî hovane otorîter e ku ew bi tena serê xwe welat bi rêve dibe.”

Li aliyê din Macron bersiva van sûcdariyên lîderê rastgir ê populîst da û got, “Ew ne kesê ku qenciyê pêk tîne ye.”

Axaftinên herdu namzetan yên di mitîngan de têne kirin û sozên didin, ji aliyê civaka navneteweyî ve ji nêz ve tên şopandin.

Fransa ya ku hêza nukleerî ya YE ye, bi siyaseta xwe ne tenê Ewropa wê bandorê li NATO, Ûkrayna û Rûsya bike.

Ger Le Pen ji bo serokatiyê were hilbijartin, ne mimkûn e ku Almanya bi Fransa re têkiliyên dostane yên pir nêzîk bidomîne.

Back to top button