Koalîsyona welatên Ereb hin nuqteyên Hûsiyan bombebaran kirin

Koalîsyona welatên Ereb nuqteyên Hûsiyan li li parêzgeha Meirib ya bakur- rojhilatê Yemenê bombebaran kirin û hin ji wan bi dest xistin. 

Balafirên Koalîsyonê zêdeyî 20 êrîşên asmanî li dijî nuqteyên komên Hûsiyan li bajarê Medxel, Serwah û Rihbê yên Yemenê, pêk anîn.
Li gorî agahiyan, di encama bomberbaranê de, ji Hûsiyan kuştî û birîndar çêbûn û erebeyên leşkerî hatin teqandin.
Hemwextî êrîşan, arêtşa Yemenî gelek nuqteyên stratejîk li navenda bajarê Rexwan a bakur- rojavayê Meiribê bi dest xistin.
Back to top button