Ferhad Şamî: Ketîbet El-Qoqaz li Efrînê ye

Hêzên Sûriya Demokratîk behsa agahiyeke xeternak dike.
Rêveberê Ragihandina QSD’ê Ferhad Şamî cara yekem eşkere dike ku dagirkeriya Tirkiyê “Ketîbet El-Qoqaz û Gropa Îmam El-Bixwarî li Efrînê bi cih kiriye.
Li gor Şamî ev kom ji hêza herî pispor a DAIŞê hatine avakirin ku li Sûriyê û Iraqê jî şer kiriye.

Herêmên Sûrî yên ji hêla Tirkiyê ve hatine dagirkirin, bûne stargeh û kewara rêxitinên di lîsteya terorê ya cîhanî de.

Li tenişta, Cebhet El-Nusra, DAIŞ, Partiya Turkistanî û gelekên din, vê gavê “Ketîbet El-Qoqaz” li Efrînê hatiye bicihkirin.

Ev ketîbe kî ye, li ku şer kiriye û çawa hatiye avakirin?

Rêveberê Navenda Ragihandina QSD’ê Ferhad Şamî di bernameya Rasterê ya Ronahî TV de eşkere dike ku vê komê li hemberî Artêşa Iraqê, QSD’ê û Koalîsyona Navneteweyî şer kiriye û ji endamên herî pispor ên DAIŞê pêk tê.

Ferhad Şamî: “El-qoqaz” li gundên Êzidiyan bi cih bûye

Li gor ku Şamî li ser nexşeyê nîşan dide, vê gavê ev koma tundirew bêtirî xwe li gundên Êzidiyan ên Efrîna dagirkirî hatine bicihkirin û belav dibin.

Ferhad Şamî: “Gropa Îmam El-Bixwarî” li Efrînê heye

Di nava vê komê de, “Gropa Îmam El-Bixwarî” heye.

Li gor agahiyên me li ser wê kom kirine, endamên wê jî Ozbekistanê ne.

Ji ber tundirewî û metirsiya wê, berî 6 salan Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê ew xistiye lîsteya terorê û wekî gefeke xernak bi nav kiriye.

Ketîbet El-Qoqaz û gropa Îmam El-Bixwarî, di nava salên krîza Sûriyê de, li kêleka komên tundirew wekî Cebhet El-Nusra û Ehrar El-Şam li Idlibê şer kiriye.

Lê belê, vê gavê dewleta Tirk wan careke din bi rêya hêza herî pispor a DAIŞê saz dike û dibe gefeke din li ser ewlehiyê.

Heta niha tu raporekê behsa hebûna wan li Efrînê nekiriye, cara yekem e ku QSD’ê vê agahiyê eşkere dike.

Back to top button