Hejmara koçberên kampa Waşokanî nêzî 7 hezar dibe

Bi dewamkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker yê li ser herêmên sivîlan re pêla koçberiya ber bi Kampa Waşokanî zêde dibe. Herî dawî hejmarek nû derbasî wargehê bûn û hejmara koçberan gihişt nêzî 7 hezarî.

Bi hatina pêlên koçberiyê yên nû re hejmara koçberên li Kampa Waşokanî 6 hezar û 600 kes derbas kir.

Koçber di hezar û 21 konan de hatine bi cihkirin û 150 malbat jî hîna di konên pêşwazîkirinê de ne.

Endamê rêveber ê Kampa Weşokanî Hesen Yusif diyar kir ku ji ber jêrzemîna kampê ne amade ye nikarin konên nû vedin û ji ber vê jî malbat di konên pêşwazîkirinê de hatine bicihkirin.

Rêveberiya Xweser û Hevya Sor a Kurd ku tenê bi derfetên xwe alîkariyê pêşkêş dike, 285 sobeyên mazotê li koçberan belav kir.

Ev sobe ji aliyê Meclisa Qamişlo ve hatibûn şandin.

Li gorî agahiyan, ji ber hin koçber ji ber sobeyên gazê şewitîne, rêveberiya kampê sobeyên gazê bi yên mazotê guherandine.

Rêveberiya Kampê û Heyva Sor a Kurd bang li rêxistinên mirovî yên navnetewî kir ku bi erka xwe rabin û alîkariyê pêşkêşî koçberan bikin.

Leave a Reply

Back to top button
Close
Close