Di êrîşa li ser gundewarê Şêrawayê de jinek birîndar bû

Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundewarê navçeya Şêrewa ya Efrînê topbaran kir.
Di encamê de jineke sivîl birîndar bû.

Nûçegihanê me ragihand ku gundê Başemrê yê girêdayî navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve bi hawanan hat topbarankirin.

Nûçegihanê me diyar kir ku ji ber topbarana artêşa dewleta Tirk jina bi navê Zeyneb Mehmûd Hemada birîndar bûye.

Zeyneb Mehmûd Hemade ya 56 salî di lingê xwe yê çepê de birîndar bû.

Hevjînê Zeyneb Mehmûd diyar kir ku Zeyneb dema hewl dida zarokên astengdar ji mala xwe ber bi cihekî ewle ve derexîne, birîndar bû.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di saetên piştî nîvro de gundên Başemrê yê girêdayî navçeya Şêrawayê ya kantona Efrînê topbaran kirin. Di topbaranê de jina bi navê

Leave a Reply

Back to top button