Tevî agirbestê 18 sivîlan jiyana xwe ji dest da û rejîmê nuqteyek Tirkiyeyê kir hedef

Her wiha ji rejîm û çeteyên dewleta Tirk jî hejmarek kuştî û birîndar çêbûn.
Li aliyekî din rejîmê li gundewarê Helebê nuqteyeke din a dewleta Tirk kir hedef û artêşa Tirk jî bersiv da.

TEVÎ AGIRBESTA RÛSYAYÊ, 18 SIVÎLAN JIYANA XWE JI DEST DA

Hîna sê rojên agirbesta Rûsyayê ya li herêmên bi navê ”Kêmşer” temam nebûbûn, Rûsya ragihand ku li Idlibê tevî rawestandina êrîşên rejîmê, çeteyên dewleta Tirk êrîşên xwe berdewam dikin û agirbestê binpê dikin.

Piştî vê daxuyaniya Rûsyayê, balafirên şer ên rejîmê careke din bi dijwarî êrîş birin ser gundewarê Idlibê.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku li bajarê Biniş ê Idlibê rejîmê bazareke gelêrî bombebaran kir.

Di encamê de 3 zarok û 4 jin jiyana xwe ji dest da û 15 jî birîndar bûn.

Her wiha di êrîşên rejîmê yên li ser navenda bajarê Idlib de jî, tevî zarokek 7 sivîl jiyana xwe ji dest dan.LI BAJAROKÊ

NERÎBÊ DI ÊRÎŞÊ DE 4 SIVÎL JIYANA XWE JI DEST DA

Li bajarokê Nêrib yê li nêzî Idlibê jî, ji ber êrîşên rejîmê tevî 2 zarokan, 4 sivîl jiyana xwe ji dest da.

Li gundewarê Lazqiyê jî, çeteyên dewleta Tirk êrîşî nuqteyên rejîmê kir û di encamê de 2 leşkerên rejîmê hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.

NUQTEYEK LI HELEBÊ KIR HEDEF Û TIRKIYE BERSIV DA

Rejîma Sûrî, hemwextî agirbesta Rûsyayê, nuqteyeke dewleta Tirk a dagirker ya li çiyayê Endanعندان yê li bakur rojavayê Helebê kir hedef.

Li gorî agahiyan, di êrîşê de hejmarek ji leşkerên dewleta Tirk birîndar bûn.

Piştî êrîşê dewleta Tirk jî bersîv da û nuqteyên rejîmê yên li herêmê kirin hedef.

Leave a Reply

Back to top button