Jeffrey li Tirkiyê bi nûnerên ENKS’ê re civiya

Nûnerê Emerîka yê Taybet yê Sûrî James Jeffrey yê ku li tirkiyê ye, bi Desteya Serokatiya Encûmena Niştîmanî ya Kurd ya Sûriyê-ENKS’ê re civiya.

Jeffrey li bajarê Stenbolê bi Nûnerên ENKS’ê re civiya.

Endamê Desteya Serokatiya ENKS Nimet Dawud ku ji televîzyoneke PDK’ê re axivî diyar kir ku wan li ser mijara kiryarên çeteyên dewleta Tirk yê li Efrînê nîqaş kirine.

Nîmet Dawudê ku xwest xwe weke parêzvanê mafê gelê Efrînê bide nîşandan, anî ziman ku agahiyan wan ji van kiryaran heye û tevî vê jî ew hîna di nava îtilafê de ne.

Piştî vê yekê jî Nîmet Dawud li xwe mikur hat ku mayîna wan ya di nava îtilafê de Jeffrey keyfxweş kiriye.

Li gora çavkaniyan, endamê ENKS ê berî bi James Jeffrey re bên cem hev bi rayadarên MÎT a Tirk re jî rûniştine.

MÎT’a Tirk ji wan daxwaz kiriye ku bi îtilafê girêdayî dewleta tirk re têkiliyên xwe xurt bikin û tevlî civînê wan bibin.

Leave a Reply

Back to top button