Trump: eger Iraq dixwaze em vekişin, bila pereyên me bide

Emerîka, daxwaza Iraqê ya ji bo vekişîna hêzên Amerîkî qebûl nake. Serokê Amerîka Donald Trump diyar kir ku ew encex bi şertê ku Iraqê lêçûnên ku Amerîka li herêmê kiriye bide dikarin hêzên xwe vekişînin.

Trump di hevpeyvînekê li gel kenala Foxnews de got, “Eger hûn daxwaza derketina hêzên Amerîkî ji Iraqê dikin, ez ji we re dibêjim divê hûn pereyên ku me li Iraqê xerc kirine bidin.”

Berî niha jî, Iraqê bi fermî daxwaz kir ku, Amerîka ji bo rêvebirina karê vekişîna hêzên xwe komîteyek bişîne Iraqê.

Lê belê Wezareta Derve ya Emerîkayê ev daxwaz qebûl nekir û ragihand ku ev ne cihê nîqaşê ye.

Piştî aloziya di navbera Îran û Amerîka de kûr bû, parlemana Iraqê xwest ku Koalîsyona Navdewletî hêzên xwe yên li Iraqê vekişîne.

Koalîsyonê jî piştî vê biryarê li Iraqê operasyonên xwe yên li dijî DAIŞ’ê rawestand.

Leave a Reply

Back to top button