Hemû rêbazên êrîşan dixe dewrê.
Bi her awayî dewleta Tirk a dagirker ketiye tevgerê da ku jiyan welatiyên li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê xira bike.
Şevê din, jî li nava Minbicê teqînek pêk hat.
Tenê di nava 4 rojên derbasbûyî de, ji ber êrişan li herêmê bêtirî 10 kes şehîd û birîndar bûn.
Operasyonên QSD yên li dijî çeteyna û narkotînkê jî di destpêkê de dikarin werin karanîn…..
Dagirkerên kurdistanê û qirkerên gelan ji bo têkbirina aramiya herêmên azad û xirakirina biratiya gelan hemû rêbazên qirêj dixin dewrê.
Şerê tayîbet, belavkirina madeyên narkotîkê, fitne, êriş, bicihkirina madeyên teqemeniyê û hwd..
Ev rêbazên qirêj ku em behs wan dikin, tayîbet dewleta Tirk a qirker li dijî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê bi kar tîne.
Rojane em sûcên li herêmê ku li dijî gel pêk tên, ji we re radigihînin.
Herî dawî li bajarê Minbicê mayînek bi wesayîtekê ve hatî kirin teqiya.
Di teqîna li taxa Xesaniya ya nû de, tê gotin şehîd hene.
Lê heta vê kêliyê, aliyên pêwendîdar têkildarî bûyerê tu daxuyanî ne dane.
Kobanê-Di êrişa li dijî Sirînê de 3 welatî birîndar bûne
Her weha beriya vê êrişê, dewleta Tirk bi riya balafira bêmirov cihên alavên xizmetguzariyê ya li başûrê Kobanê jî bombebaran kir.
Êrişa bi balafira bê mirov, dijî navçeya Sirînê ya girêdayî bajêr hat kirin.
Di êrişa dewleta Tirk a dagirker de 3 welatî bi giranî birîndar bûne.
Tê payîn têkildarî rewşa birîndaran saziyên peywendîdar di dema pêş de daxuyaniyekê bidin.
Tenê ji 21’ê Mijdarê ve bêtirî 8 êriş li dijî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê hetine kirin.
Di encama êrişan de 3 welatî şehîd û 8 jî birîndar bûn e.
https://youtu.be/NM8iQm-jUi0?si=aYBshht8sfeT18lY



