QSD’ê mikurhatina 4 sîxurên rêjîma Sûriyê bi raya giştî re parvekir

Hemwextî êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser herêmê, hewldanên rejîma Sûriyê jî heye ku li Dêrazorê tevlîheviyan derxe.
Navenda Ragihandina QSD’ê mikurhatinên 4 sîxurên ku li Dêrazorê girtine bi raya giştî re parve kir.
Çeteyên ku li xwe mikul hatine dibêjin: “Rejîma Suriyê ji me xwest ku li herêmê tevlîheviyê derxin û gel li dijî QSD’ê sor bikin.”

Di nava her du mehên derbsbûyê de, rêjîma sûriyê û alîgirên wê li Dêrezorê gelek hewldan firineyê derxistin.

Navenda Ragihandina QSD’ê mukirhatina 4 sîxurên Rêjîma Sûriyê parve kir.

Sîxurên ku axivîn li xwe mukirtên ku çawa pilan kirine li herêmê tevlîheviyê derxin.

“Rejîma Sûriyê ji min xwest ku gelê Şedadê li dijî QSD’ê sor bikim”

Çeteyê bi navê Îbrahîm Ewad El-Himedî ku ji navçeya Şedadî ye li ev tişt anî ziman:

“Efserekî rêjîma Şamê bi navê “Midyen” bi min re nîqaşkir.

Wî ji min xwest ku ez xelkê Şedadê li dijî hêzên QSD’ê rêxistin bikim.

Wê rêjîma Şamê jî ji me re çek, cebilxane û lojîstîk bişanda.”

El-Himedî diyar kir wan ji bo derxistina tevlîheviyê çek û çebilxane derbasî herêmê kirine.

“Rejîmê dixwest bi navê eşîran tevlîheviyê li herêmê derxe”

Çeteyê bi navê Deham Remezan El-Hesen jî diyar kir ku kesê bi navê Îbrahîm Ewad El-Himedî ji wî xwestiye ku seyareyên QSD’ê bişewitînin.

El-Hesen dibêje:

“Ji me xwestin ku em sarinc û kamiyonên petrolê bişewitînin.

Armanca ew bû hejarmeke mezin a kesan bi çek bikin û wan li hemberî QSD′ê sor bikin da ku rê li ber hêzên rejîmê vekin ji bo derbasî herêmên me bibin.

Yanî armanc ew bû ku bi navê eşîran hêzeke alîkarê rejîmê were avakirin.”

“Ji me xwestin ku em gel li dijî QSD’ê sor bikin”

Çeteyê bi navê Taha Cerwan Ehmed El Hesen e jî li xwe mikul hat ku hêzên rejîmê ji wan xwestiye ku tevlîheviyê derxin û gel li dijî QSD’ê sor bikin.

“Me tevlîhevî derxist ji bo hêzên rejîmê bi hêsanî herêmê kontrol bike”

Çeteyê bi navê Ebdurehman Ubêd Terbûş jî wiha got:

“Bi rêya kesê bi navê Îbrahîm El Himêdî tevlî nava hêzên rejîmê bûm.

Rejîmê ji me dixwest ku em li herêmên QSD’ê tevlî heviyan derxin, da ku hêzên rejîmê bikaribe bi hêsanî herêmê kontrol bikin.”

Back to top button