Sendîkayên Navneteweyî yên Karkeran metirsiya xwe li ser tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan û rewşa wî ya tenduristî anî ziman.
Sendîkayan diyar kirin ku divî aliyên berpirsyar li hember binpêkirinan bêdeng nemînin.
Serokên Sendîkayên Navneteweyî yên Kakeran û komeke nûnerên sendîkayan bi daxuyaniyekê metirsiya xwe li ser tecrîda li dijî Rêber APO anîn ziman.
Serokên Sendîkayên Navneteweyî yên Kakeran gotin:
” 24 sale ku birêz Abdullah Ocalan di hucreyek tek kesî de dimîne.
Hevdîtinên bi wî re hatiye qedexekirin.
Ji ber wê bêtirî 2 salane ku parêzer û malbata nikarin bi wî re hevdîtin bikin.
Her wiha li ser rewşa wî ya tenduristiyê jî agahî nayên dayîn.
Ev yek jî gumanên heyî zêdetir dike”
“Divê CPT û aliyê pêywendîdar dawî li tecrîdê bînin”
Nûnerên sendîkayan di dewamiyê de bêdengiya CPT’yê û aliyê pêywendîdar rexne kir û wiha got:
Tu agahiyên têrker, ji raya giştî re nayên parvekirin bi wê re metirsî û fikar zêde dibin
Divê tavilê Rêxistinên mafên mirovan, Meclisa Ewropayê û hikumeta Ewropayê davî li van binpêkirinan bînin.”
Dr. Beppe Savary: Tecrîda li dijî Rêber Apo derveyî pîvanê mirovî ye