Endamê Hêzên Asayişê Hisên El Silêman şehîd bû

Hêzên Asayişê bi daxuyaniyekê nasnameya endamê xwe Hisên El-Silêman ku li DêraZorê şehîd bûye eşkere kir.
Hêzên Ewlekariyê diyar kir dê heya serkeftinê li ser xeta şehîdan bimeşin.

Hêzên Asayişê a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyeke fermî li ser malepera xwe ragihand ku endamê wan Hisên El-Silêman li Dêra Zorê şehîd bûye.

Hêzên Asayişê di daxuyaniyê de diyar kir ku şehîd Hisên di oxira parastina welatê xwe de canê xwe feda kir û got:

“Şehîd Hisên di erkên xwe de pêşeng bû û heta şehadetê li hember parastina gel û xaka xwe dudil nedibû.

Em soz didin gelê xwe ku rêya şehîdên xwe bişopînin û destkeftiyên wan biparêzin.

Gorî Hêzên Asayişê , nasnameya şehîd wiha ye:

Nav û paşnav: Hisên El Silêman
Navê bav: Xelef
Navê dayikê: Emîne
Cih û dîroka tevlêbûnê: Kîsra, 04.08.2019
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor, 19.07.2023

Back to top button