Saziyên Êzidiyan destdanîna ser milkên Êzidiyan şermezar kir

Saziyên Êzidiyan bi daxuyaniyeke nivîskî bertek nîşanî destdanîna ser milkên êzidiyan ên li bakurê Kurdistanê da û gotin:
“Desthilata AKP-MHP’ê li bakurê Kurdistanê bi taybetî li herêmên êzidî lê dijîn dijberiya olî dike.”

8 Saziyên êzidiyan bi daxuyaniyeke nivîskî polîtîkayên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî êzidiyan şermezar kirin.

Di daxuyaniya saziyan de hate gotin:

“Desthilata AKP-MHP’ê, li bakurê Kurdistanê bi taybetî li herêmên êzidî lê dijîn, ji bo desthilata xwe ya qirêj qewîntir bike, her ku diçe nakokiyên nava civakê kûr dike.

Dijberiya olî di navbera êzidî û misilman de bi pêş dixe. ”

Saziyan bi bîr xistin ku gelê Êzidî ji berê de ji bo vegera li welêt, tevî hemû kêmasiyan, bi kelecaneke zêde dixwazin li xaka xwe ya piroz vegerin.

Saziyên êzidiyên li Ewropayê, êriş û çavsoriyên li ser êzidiyan, şermezar kirin û bang li hemû derdorên pêwendîdar kirin, ku bi dostanî nêzîkî êzidiyan bibin.

Back to top button