Ji despêka salê heta niha li Efîrînê 18 jin û 8 zarok hatine kuştin

Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan li Sûriyê binpêkirinên dewleta Tirk û komên girêdayî wî li dijî jin, zarok û mêran li heremên Bakur û Bakurê Rojhilatê Sûriyê belge kir û diyar kirin ku ji destpêka sala 2023’an heta 9’ê Gulanê 18 jin û 8 zarok hatin kuştin.

Ev amar li gorî mijar û dozên ku ji aliyê Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan li Sûriyê, Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê û Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê tên şopandin, belgekirin û weşandin.

Li gor amarên Navenda Lêkolînê ji destpêka sala 2023’an heta 9’ê Gulanê,binpêkirinên mafan ên li heremên dagirkirî wiha ne:

18 jin hatin kuştin, 15 jin hatin revandin, 5 jin di dema êrişan de hatin birîndarkirin.

8 zarok hatine kuştin, 14 zarok hatine revandin, 17 zarok di dema êrişan de hatine birîndarkirin.

Her wiha 47 mêr hatine kuştin, 152 mêr hatine revandin, 37 mêr jî di dema êrişan de hatine birîndarkirin.

Back to top button