Şêniyên Qamişlo sersaxî dan malbatên şehîdên Operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ û berxwedana QSD′ê silav kirin.
Şêniyên Qamişlo û Endamên saziyan jî serdana konê sersaxiyê yê şervanên QSD′ê Herekol Qamişlo û Agirî Qamişlo û şervana YPJ′ê Rojna Egîd kirin.
Ş.Herekol Qamişlo, Agirî Qamişlo di Operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ de û Rojna Egîd jî di êrişa balafirên dewleta Tirk de şehîd bûn.
Merasîm li pêş Goristana Şehîd Delîl Sarûxan a li Qamişloyê hate lidarxistin.
Di merasîmê de endamên saziyan û rêveberên partiyan axivîn û sersaxî ji gel û malbatên şehîdan re xwestin.
Di axaftinan de îşaret bi rola şehîdan û berxwedana QSD’ê hate kirin û hat diyar kirin ew ê heta dawiyê li dijî êrişan li pişta şervanên xwe bin û li ser rêya şehîdan bimeşin.
Merasîm bi xwendina wesîqeyên her sê şehîdan û radestkirina ji malbatên wan re bi dawî bû.