Bertekên li dijî êrişên dagirkeriyê zêde dibin ..
Serokê Tevgera Nûjen a Kurdistanî-Sûriyê Rizgar Qasim diyar kir ku berpirsyariya berxwedana li dijî dewleta Tirk, dikeve ser milê her kesî.
Serokê Tevgera Nûjen a Kurdistanî-Sûriyê Rizgar Qasim li dijî êrişên Tirkiyê ji ajansa Hewarê re nirxandin kir ..
Rizgar Qasim diyar ki ku gelên li herêmê dagirkeriyê û siyasetên wê yên wêrankirî red dike û got :
1Êdî gelê herêmê li dijî êrişan riya berxwedanê pejirandiye ..
Berpirsiyariya berxwedanê ku bingeha şoreşê ye, dikeve ser milê hemû welatparêzan.”
Qasim bal kişand ser cudahiya Şoreşa Rojava û ev yek anî ziman :
“Şoreşê pişta xwe da vîna gelên herêmê.
Lê dewleta Tirk û rejîmê pişta xwe da fikrên nijadperestî û dagirkerî û gel ji xwe re kirin çete.”
Serokê Tevgera Nûjen a Kurdistanî-Sûriyê Rizgar Qasim wiha gotina xwe bi dawî kir :
“Divê fermandariya siyasî ya şoreşê gel hişyar bike ku di rêya şoreşa gel de bimîne.”