Li Hindistanê jimara pêketiyên vîrûsê 20 milyon derbas kir

Dengê hewara ku ji Hindistanê derdikeve, bilindtir dibe.
Ji zûde alarma xerteriyê lê daye.
Welat, ji ber vîrûsa Coronayê dinale.
Cîh ji nexweşan re nemaye û mirî jî li cihên komî têne şewitandin.
Jimarê pêketiyên vîrûsê 20 milyon kes derbas kir.

Mezintirîn keraseteke mirovî li Hindistanê heye.

Ji ber belavbûna zêde ya vîrûsê rewşa welat aloztir bûye.

Di 24 saetên derbasbûyî de 355 hezar û 828 kesên din bi vîrosa Coronayê ketine.

Ji van 3 hezar û 438 kes mirin.

Heta niha jimarê giştî yê pêketiyan vîrûsê 20 mîlyon kes derbas kiriye, ji wan jî 222 hezar û 408 kes mirine.

Sîstema tendûrestî ya welat ji ber zêdebûna jimarê pêketiyên vîrûsê ji hev ket.

Rewşa tendurestî ya bi aloz jimarê pêketî û mirinan zêdetir dike.

Ji meha Sibatê ve li welat zêdebûneke cidî ya pêketiyên vîrûsê tê dîtin, ev jî bi destûrdayîna merasîmên olî û kombûnên siyasî re derket holê.

Rêxistina Tenduristî ya Cîhanê (WHO) ragihand ku xwezaya Hindistanê vîrûsê bêhtir vedigirîne û dibe sedema nexweşiyeke giran.

Her wiha bandora derzîkrina dijî vîrûsê jî kêmtir dike.

Back to top button