Nûnerê DYA wê serdana Misir, Erître, Etiyopya û Sûdanê bike

Ji bo bidawîkirina aloziya bendava El-Nehdayê û gelek aloziyên din ên siyasî, ewlehî û mirovî yên girêdayî Afrîkayê, nûnerê Amerîkayê yê taybet ê Afrîkayê berê xwe dide Misir, Erîteriya, Etiyopya û Sûdanê.

Wezareta Derve ya Amerîkayê duh ragihand ku nûnerê Amerîkayê yê taybet ê Afrîkayê Geoffrey Feltman dê ji îro ve serdana Misir, Erîterya, Etiyopya û Sûdanê bike.

Wezareta di dauxyaniyeke xwe de ku li ser malpera xwe ya fermî belav kiriye got serdan wê navbera 4 heta 13 Gulanê de pêk were.

Wezaretê bi bîr xist ku Feltman dê bi rayedarên hinek hikumetên têkildar, bi Neteweyên Yekbûyî (NY) û Yekitiya Afrîkayê re û siyasetmedaran re bicive.

Wezaret destnîşan kir ku Amerîka hewl dide aloziyên siyasî, ewlehî û mirovî yên li Afrîkayê bi rêya dîplomatîk çareser bike.

23 Nîsanê Koşa Spî bang li serokên Misir, Etiyopya û Sûdanê kiribû ku hevkariyê bikin û aloziya bendava El-Nehdayê çareser bikin.

Etiyopyayê di destpêka Nîsanê de xebatên navbeynkariyê yên Yekitiyê Afrîkayê yên ji bo çareserkirina aloziya li ser çemê Nîl bi bin xist.

Etiyopya hewl dide bendava El-Nehdayê ava bike ku dê jêdera bingehîn a ava ji bo Misir û Sûdanê qut bike.

Back to top button