Serokê komîteya çandinî û avê ya Parlema Îraqê Selam El-Şemerî diyar kir ku Dewleta Tirk kaxeza avê dem bi dem bi kar tîne da ku planên xwe li Sûriyê û Îraqê pêk bîne.
Piştî ku Rêveberiya Bendavên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hişyarî da ku ev cara yekem e asta ava çemê Firatê 5 m dadikeve, serokê komîteya çandinî û avê ya perlemana Îraqê bi daxuyaniyekê hişyarî da ku asta ava Firatê di rojên pêş de dê li Îraqê jî kêm bibe û heman xeteriyê wê li Îraqê jî bi xwe re bîne.
Selam El-Şemerî bang li hikûmeta Îraqê kir rê nede dewleta tirk ku bi kaxeza avê armancên xwe li herêmê pêk bîne.