Iraq û Fransa gelek peyman îmze kir

Iraq dixwaze êdî ji nava aloziyên navxweyî derkeve.
Ji bo vê yekê Serokwezîrê Iraqê serdana Fransa kir.
Di civîna dualî de, mijarên herêmî û navnetewî hatin guftugokirin.
Serokwezîrê Iraq Sudanî û Serokomarê Fransa Macron gelek peyman îmze kirin.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî hewil dide baweriya bi hikumeta wî ya di nava welat de xurtir bike.

Di vê çarçoveyê de, Sudanî doh serdana Fransayê kir.

Hikumeta Iraqê têkildarî serdanê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî bi serokê Fransayê Emmanuel Macron re civiyaye.

Di civînê de peywendiyên dualî yên di navbera Fransa û Iraqê de, mijarên herêmê û navnetewî hatine guftugokirin.

Herwiha hate diyarkirin ku gelek peymanên stratejî yên di warên cûda de jî bi Fransayê re hatine îmzekirin.

Gorî daxuyaniya hikumetê taybet di navbera Frans û Iraqê de, li ser mijarên aborî, ewlekarî, têkoşîna dijî terorê, rewşenbîrî, rêxistinan, parastina jîngeh, perwerde û pêşxistina mafên mirovan de, peyman hatine îmzekirin.

Macron piştevaniya bo hikumeta Sudanî dubare kir

Hate destnîşankirin ku Macron piştgiriya xwe ya ji bo Hikumeta Sudanî ya di têkoşîna dijî DAIŞ’ê de dubare kiriye.

Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin;

“Di civînê de behsa navenda tenduristiyê ya ji aliyê Fransayê li Şengalê hatiye çêkirin hate kirin.

Li ser vê yekê peymanek di navbera her du welatan de hate îmzekirin da ku dawî li projeyê were û bi fermî nexweşxaneya Fransa ya li Şengalê radestî desthilatdariya Iraqê were kirin.”

Back to top button