Li Îngilistanê 200 zarokên koçber winda ne

200 zarokên ku daxwaza pemaneberiyê ya li Îngilistanê kirîn winda ne.
Saziyên xêr û bêrê jî daxwaza lêpirsînê ji hikumetê dikin.

Bi dehan saziyên xêr û bêrê, doh bi nameyeke vekirî ku şand ji Serokwezîr Rîshî Sûnak re, behsa “hetiketiya parastina zarokan” kir û banga lêpirsînêke serbixwe kir.

Wezîrê Karê Derve Rober Jenrîck, çend roj berê diyar kir ku Wezareta Karê Hundir ji Tîrmeha sala 2021’ê ta bi niha, bêtirî 4 hezar û 600 zarokên kes bi wan re neyî, li otelan tên hewandin û wiha got:

“440 kes winda bûne û 13 jê 16 sal nekiriye, bi temamî 200 zarok hêj winda ne.”

Ji sedî 88’ê zarok û ciwanên winda ne, Arnawid in, ji sedî 12’yê mayî jî ji Misir, Vîetnam, Pakistan, Tirkiye, Efxanistan û Hindistanê ne.

Rêxistinan, di nameya xwe de xwest ku hikumet dawî li pêkanîna hewandina zarokan bê kes li gel wan heyî yên li otelan bîne û xwest ku ji aliyê kesên pispor ve li zarok û ciwanan bê nihêrtin.

Tê têxmînkirin ku zarok di destê wan kesan de ne ku wan îstîsmar bikin û di rêyên xerab de bi kar bînin.

Di ser rêya Kenala Manş a Îngiliz re ketina nav welêt bi rêyên neyasayî, zêde bûye.

Ji bo sînordakirina koçberiyê û dewamkirina li kontrolkirina sînorên xwe, sozekê bingehîn ê Brexîtê bû.

Rexnegir, îşaret pê dikin ku ji bo yên li parastinê digerin hema bibêje tu rêyeke yasayî nîn e.

Planê hikumetê yê piştî hatina koçberan şandina Rûandayê û kirina serlêdanê ji bo penaberiyê li wê, ji zû de ye ku di rojevê de ye.

Back to top button