Piştî êrişa Îsraîl ya li ser Cenîn alozî zêde bû

Artêşa Îsraîl bi awayekî dijwar êrişî Şerîeya Rojava kir.
Di êrişê de, 9 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan.
Di dema ku ji Xezzayê ber bi Îsraîlê ve roket hatin avêtin de, Tel Evîvê bi êrişên hewayî bersiv da.

Aloziya navbera Îsraîl û Filistîn ya piştî êrîşa li Kampa Penaberan a Cenîn ku 9 kes hatin kuştin dîsa gur bû.

Îsraîl bi êrîşên esmanî bersiv da êrîşên roketan ên ser Gazzeyê.

Di êrîşên her du aliyan de ti kes nemir û birîndar nebû.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan di êrişên xwe yên asmanî de, xalên perwerdeya leşkerî û hilberîna roketan a Hamasê kirine armanc.

Sererkaniyê ragihand ku ji 5 roketên 3 ji aliyê sîstema parastinê ve hatine bêbandorkirin.

Yek li qadeke vala û ya din jî di nav sînorên Xezeyê da ketin.

Li Xezzeyê heta niha tu rêxistin berpirsyariya êrîşên roketan negirtiye ser xwe.

Lê hem Hamas û hem jî Cîhada Îslamî piştî êrişa li ser kampa Cenîn soza tolhildanê dabûn.

Piştî 2005’an ku NY dest bi girtina qeydên rewşa li Şerîeya Rojava kirî, êrişa li ser kampa penaberan ku 9 kes hatbûn kuştin, weke jimara herî zêde ya kesên di oparasyonê de hatiye kuştin derket.

Artêşa Îsraîlî got,

Me ev êrîş ji bo “girtina tîmeke terorîst a Cîhada Îslamî” pêk anî.

Aliyê Filistînî ragihand ku 4 ji kesên di êrîşê de hatine kuştin endamên Cîhada Îslamî, 2 ji Hamasê û yek jî ji Fetih in.

Li gorî nûçeya Reutersê, 2 ji kesên ku di operasyonê de hatine kuştin sivîl in.

Associated Press jî ragihand ku herî kêm sivîlek hatiye kuştin.

Piştî serdegirtinê, Rêveberiya Xweser a Filistînê ragihand ku ew hevkariya ewlehiyê ya bi Îsraîlê re bi dawî dikin.

Her wiha doh li herêma El Ram a nêzî Ramallah a Şerîeya Rojava di encama gulebarana leşkerên Îsraîlê de Filistînîyek hate kuştin.

Piştî her du bûyeran ji despêka salê ve jimara Filistîniyên li Şerîeya Rojava hatine kuştin derket 30’î.

Back to top button