Li Sudanê 15 hezar kes hat kuştin

Neteweyên Yekbûyî derbarê şerê navxweyî ya Sûdanê de raporek parve kir.
Li gorî raporê li Eyaleta Darfûr a rojavayê Sudanê di navbera 10 û 15 hezar kesî de hatin kuştin.
Her wiha çavdêran jî dan zanîn Hêzên Piştgiriya Bilez (HDK) û hevalbendên wê li dijî xelkê sûcên dermirovî pêk anîne.

Di raporeke Neteweyên Yekbûyî de hat diyarkirin ku li Eyaleta Darfûr a rojavayê Sudanê di navbera 10 û 15 hezar kesî de hatin kuştin.

Li gorî raporê ev yek par di êrîşên etnîkî yên Hêzên Piştgiriya Bilez (HDK) û mîlîsên Ereb ên hevalbendê wê de pêk hatiye.

Neteweyên Yekbûyî da zanîn ku nêzî 500 hezar kes ji Sûdanê reviyane Rojhilatê Çadê ku bi sedan kîlometre li başûrê Amdjarassê ye.

Çavdêran nivîsand ku di navbera Nîsan û Hezîrana sala borî de, El-Cuneyna bû şahidê “êrîşên tund”.

Di vê çarçoveyê de, çavdêran Hêzên Piştgiriya Bilez û hevalbendên wê bi sûcên mirovahiyê tawanbar kirin ku qebîleya etnîkî ya Masalit a Afrîqayê kirin armanc.

Hêzên Piştgiriya Bilez beriya niha ev sûc red kiribû û gotibû, leşkerên tevlî bûyerê bûne dê bên darizandin.

Li Sudanê di şerê navxweyî de sûcên dermirovî

Şahîdên komkujiyê û çavdêran dimenên hovane yên komkujiyê şirove kirin.

Derbarê êrîşan de çavdêran wiha gotin:

“Dema ku gihîştin nuqteyên Hêzên Piştgiriya Bilez, jin û mêr ji hev cuda kirin, tacîz kirin, lêgerîn kirin, talan kirin û rastî êrîşa fîzîkî hatin.

HDK’ê û milîsên girêdayê wê ji bo ku nerevin, bênavber gule li lingên bi sedan kesan reşandin.”

Di raporên navborî de jî ev tişt hat diyarkirin:

“Bi taybetî jî ciwan hedef hatin girtin û li ser eslê wan ên etnîkî hat pirsîn.

Gelek kesên ku hatin dîtin ku Masîlî ne, bi guleyan hatin înfazkirin.

Li jinan rastî êrîşa fîzîkî û destdirêjiyê hatin. Jin û zarok jî birîndar bûn û hatin qetilkirin.”

Şerê navxweyî yê Sudanê

Back to top button