Meclisa Kongra Star Cejna Newrozê bi daxuyaniyeke nivîskî li tevahî Gelê Kurd pîroz kir û bang li jinan kir ku bi rihê têkoşînê dakevin qadên pîrozbahiyê.
Kongra Star di serî de cejna Newrozê li rêber APO pîroz kir û ev tişt got:
Bi rihê berxwedana Mezlûm Dogan, Zekiye Alkan, Rehşan, Ronahî û Bêrîvan, Sema Yuce ku bi berxwedan û agirê canê xwe agirê Newrozê geş kirin, em ê sedsala 21 emîn bikin sedsala azadiya jinê.
Em ê bi dirûşmeya “Bi Ruhê berxwedana Newrozê em ê Rêber Apo azad bikin û dagirkeriyê têk bibin” her tim bibin şopdarên têkoşînê.
Newroz roja berxwedan û serhildanê ye, her wiha roja serkeftin û rizgarkirina gelan e.
Bi projeya Netewa Demokratîk a bi fikir û ramanê Rêber APO mîmarê azadiyê û xwediyê efsûna “Jin, Jiyan Azadî” xwe daye der bûne xwediyên mîraseke dîrokî.
Bi vî ruh û vîna roja nû ya vejînê roja Newrozê, em li dijî tecrîdê têkoşîn bikin û serhildana” Jin Jiyan Azadî “bi ser bixin.