KJK: Sedsala 21’an bikin sedsala şoreşên jinan

Bi boneya cejna Newrozê peyamên pîrozbahiyê jî têne dayîn.
PAJK’ê, KJK û YJA Star ê bi daxuyaniyên cuda cejna Newrozê pîroz kirin.
Di peyaman de banga geşkirina agirê Newrozê hate kirin.

Koordînasyona KJK’ê jî ji bo Newroza 2023’yan peyamek da û banga bilindkirina têkoşînê da.

KJK’ê diyar kir ku divê jin, ciwan, gelê Kurd û dostên wê biherikin qadên Newrozê û wiha got:

“Ev Newroz ferman dide ku hikûmeta AKP-MHP’ê ya faşîst ku Dehaqê hemdem e, têk biçe.

Bi Newrozê re bi xurtî tevlî pêngava “Dem Dema Azadiyê ye” bibin û azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me bi ser bixînin.

Lewma em Newrozê bi îdîaya geşkirina têkoşînê û ruhê serkeftinê pêşwazî bikin.

Sedsala 21’an bikin sedsala şoreşên jinan.”

YJA Star: Em ê vê newrozê veguherînin sala rêbertiyê

Her wiha Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê jî bi wesîleya Cejna Newrozê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

YJA Starê diyar kir ku Newroz navê israra di jiyana azad de ye û wiha got:

“Emê vê Newroza ku me bi îdîaya Rêbertiya Azad pêşwazî kir, veguherînin sala Rêbertiyê.

Em ê bibin hêza pêşeng a Newrozê.

Di pêşengiya hêza jinê ya YJA-Starê de, em ê têkoşîna xwe di xeta fedaî de mezin bikin.

Mîrateya berxwedanê ya ku ji Mazlûm, Zekiye Alkan, Rahşan, Ronahî, Bêrîvan, Sema û gelek lehengên din wergirtine bi mîrateya Sara û Rûkenan re bigihînin serkeftinê.”

Back to top button