Îro Xwendekar û Mamosteyên Zanîngeha Kobanê jî bi dirûşma “Paqijî şaristanî û çand e” dest bi pêngava paqijkirinê kirin.
Bi pêşengiya Zanîngeha Kobanê û bi beşdariya xwendekar, mamoste û karmendên zanîngehê pêngav tê meşandin.
Kesên ku beşdarî pêngavê bûne li sê taxên Kobanê belav bûn û wê kolana 48, her wiha li daristana bajêr û navenda bajêr paqij bikin.
Yek ji xwendekaran ku tevlî pêngavê bû Fatima Baza axivî û da zanîn ku ji bo ku bibe weke çandek û di nava civakê de belav bibe ew vê pêngavê bi rêve dibin.
Her wiha ji mamosteyên Zanîngehê Egîd Naso jî axivî û diyar kir ku nêzî 560 kes ji xwendekar, mamoste û karmendên zanîngehê di nava vê pêngavê cih digirin.