Hiqûqnas û şêwirmendê ji Misrê: Me doza Rêber Apo pêşkeşî NY’yê kir

Hiqûqnas û şêwirmendê ji Misirê Ela Selame destnîşan kir ku doza Rêber Abdullah Ocalan yek ji dozên mirovî yên herî girîng e û bang li berpirsên mafên mirovan kir ku piştgiriya vê dozê bikin.

Hiqûqnas û şêwirmendê Misirî Ela Selame destnîşan kir ku di civîna dawîn a Meclisa Navneteweyî ya Mafên Mirovan a li Cinevê de doza Rêber Abdullah Ocalan hatiye nîqaşkirin.

Selame got:”Min doz pêşkêşî yek ji rêxistinên civaka sivîl kir ku ew jî di warê mafên mirovan de dixebite.

Wê jî doz derbasî serokê Meclisa Mafên Mirovan kir û binpêkirinên li dijî Rêber Abdullah Ocalan û tecrîda li ser wî diyar kirin.

Selame wiha domand:

“Serokê Meclisa Mafên Mirovan bi xwe dosya wergirt lê belê ew derbarê naveroka dosyayê de nêrînê xwe neda.

Dosya bi awayekî kesane ji bo serokê meclisê ji aliyê rêxistinê ve hat pêşkêşkirin.”

Selame di dawiya axaftina xwe ev bang kir:

“Divê çalakî û zextê navneteweyî berdewam bike, da ku cîhan vê dozê nas bike. Kî li pey mafê xwe be wê teqez bi ser bikeve.”

Back to top button