Li Tirbespiyê du xwişkên hev hatin kuştin

12’ê Tîrmehê 2 xweşkin hev li navçeya Tirbespiyê hatin kuştin.
Rêxistina Sara duh eşkere kir ku ew bûyerê dişopînin.
Îro jî ajansa ANHA’yê agahiyên nû derbarê bûyera kuştinê de parvekir.
Herdu keç bi destê bav û apê xwe xwe bi rêya xeniqandinê hatine kuştin.

Keçên hatine kuştin Asye Îbrahîm Hisên (16) û Emîne Îbrahîm Hisên (18) ye.

Agahiyên nû derbarê kuştina herdû xweşkan ve ji Dozgeriya Giştî hatin bidestxistin.

Herdu xwişk bi xeniqandinê hatine kuştin

Agahiyên destpêkê digot her du keç bi kehrebeyê wefat kirine.

Diyar bû ku sedema wefatê ne kehrebe bû wek ku malbata herdu xwişkan gotibû bû.

Lê belê ew bi “xeniqandinê” hatine kuştin.

Li ser destê bav û apê xwe hatine kuştin.

Heta niha jî lêkolînên sedema pêkanîna vî sûcî didomin.

Back to top button