Li Efrînê çeteyan Zehîde Şibek revand, mala wê jî desteserkirin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, talankirin û wêrankirina li Efrînê bê navber dewam dikin. Çeteyên dewleta Tirk li gundê Meydan Ekbez yê Recoyê mala şêniyekî desteserkirin.

Çeteyan mala şêniyekî desteserkirin, jê 50 hezar dolar dixwazin

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê ragihand ku çete ji bo ji malê derkevin jî ji xwediyê wî 50 hezar dolar dixwazin.

Çeteyan Zehîde Şibek revand, mala wê jî desteserkirin

Li aliyê din çeteyên dewleta Tirk jina 60 salî ‘Zehîde Şibek ya ji gundê Naza yê Bilbilê ji sala borî ve revandine.

Li gorî Malpera Afrîn Post, çeteyan ji ber ku Zehîde mala xwe, kur û keça xwe nedaye wan, ew revandine, mal û milkên wê jî dizîne.

Malperê ragihand ku, çeteyan her 3 mal desteserkirine û heta niha çarenûsa Zehîde ne diyar e.

Çeteyan li taxa Afrîna Nû du kes revanidn

Malpera Afrinpost ragihand ku li taxa Efrîna nû, çeteyan şêniyê bi navê Mihemed Mido (45) yê ji Hesen Dêra yê navçeya Bilbilê revand.

Di heman wextî de jî, çeteyan şêniyekî din revand, lê navê wî nehat zanîn.

Malperê da zanîn ku çeteyan ji bo standina fidye her du şênî revandin.

Back to top button