Li Kobanê di komkujiya 25’ê hizîranê de 233 sivîl şehîd bûn

Îro salvegera komkujiya 25’ê Hizîrana 2015’an li Kobanê ye. Di berbanga wê rojê de, yek ji hovanetirîn sûcên şer li Kobanê pêk hat.

Komkujî di meha Remezanê ya pîroz de pêk hat, ne jin, ne zarok û ne jî ixtiyar ji guleyên çeteyên DAIŞ’ê filitîn.

Çeteyên DAIŞ’ê, 233 sivîl ji şêniyên bajarê Kobanê li ser sînorê Tirkiyê û gundê Berx Botan ê başûrê bajêr kuştin.

Vê komkujiyê raya giştî ya herêmî û cîhanê di şerê navxweyî yê Sûriyê de hejand.

Lê heya niha jî dewleta Tirk a dagirker ku piştvanê DAIŞ’ê ye, êrîşên xwe li dijî herêmê dewam dike..

Back to top button