Endamê Têkiliyên Giştî ya MSD’ê Xelîl Ebdo dibêje ku baweriya wan bi dewleta Tirk nayê, û ew ê li hemberî hemû gefan xwe bispêrin xweparastin û hevgirtina hemû pêkhateyan.
Xelîl Ebdo got, dewleta Tirk bi riya êrîşê xwe yên li dijî Bakûr û Rojhilatê Sûriyê hewil dide aramiya herêmê têk bibe.
Ebdo anî ziman ”Dewleta Tirk bi hemû rê û rêbazan hewil dide bi rêya guhartina demografîk jî planên xwe li herêmên dagirkirî pêk bîn.
Her wiha koçberên ji herêmên din ji Sûriye tîne herêmê û wan wek çete bi kar tîne û malan jê re peyda dike.”
Xelîl Ebdo piştrast kir ku dewleta Tirk gefan li herêmê dixwe da ku peymanên xwe bi welatên mezin wekî Rûsya û Amerîkayê re pêk bîne.
Endamê Têkiliyên Giştî ya MSD’ê daxuyand ku êrîşên dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava bêdengiya navneteweyî de berdewam dikin.
Hêjayî gotinê, dewleta Tirk şerê taybet jî dimeşîne, bi rêya vekirina sînorê xwe hewl dide herêmên ji ciwanên wê vala bike.