Reşnivîsa Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweser a Şengalê hat pesendkirin.
Di Hevpeymana Civakî de Rêveberiya Xweser a Şengalê weke statuya êzidiyan hatiye binavkirin û ji bo naskirina wê jî bang li Iraq û hêzên navneteweyî hat kirin.
Reşnivîsa Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweser a Şengalê ku ji bo dengdanê pêşkêşî kongreya 5’emîn a MXDŞ’ê hatibû kirin, hat pesendkirin.
Xalên bingehîn ên Hevpymana Civakî ev in:
- Rêveberiya Xweser a Şengalê xwe dispêre pergala demokratîk, xwezaparêzî û azadîxwaziya jinê.
- Çavkaniya hêz û rewabûna Rêveberiya Xweser a Şengalê, beşdariya wekhev û azad a hemû gel û komên baweriyê ye û ev rêveberî xwe dispêre îradeya gelên Şengalê.
- Di pergala Rêveberiya Xweser a Şengalê de hemû çand, ol, bawerî û ziman di hemû qadên jiyanê de wekhev in.
Hemû civakên çandî û olî jiyana xwe li ser zimanê dayikê ava dikin û birêve dibin.
- Rêveberiya Xweser a Şengalê li ser esasê demokrasiya xwecihî û beşdariya wekhev û azad a gelan, xwe parçeyekî ji ax û îdareya Iraqê dibîne.
Fikirê Netewa Demokratîk ji xwe re esas digire, ji bo pêşxistina jiyaneke azad û wekhev a di nav gelan de kar û xebatê dimeşîne.
Hebûna jinê weke hebûna civakî dibîne, rê nade ku jin bi ti awayî were keysbazkirin.
Di hemû qadên siyasî û civakî de pergala hevserokatiyê weke pîvaneke bingehîn esas digire.
- Ciwan, hêza pêşeng a civakê ye. Di hemû qadên jiyanê de rêxistinên xwe ava dike û bi hêza xwe ya rêxistinî di hemû qadan de cih digire.
- Parastina cewherî ji bo hemû gel, çand, ol û baweriyan mafekî rewa û xwezayî ye.
Hemû kes û kom, di ber parastina Şengalê de xwedî erk û berpirsyarî ne.
“Divê Iraq Rêveberiya Xweser a Şengalê nas bike”
Di nirxandina Hevpeymana Civakî de, ji bo naskirina pergala xweseriyê, di serî de Iraq, bang li hemû hêzên navneteweyî hat kirin ku Rêveberiya Xweser a Şengalê were famkirin û qebûlkirin.