Yekitiya Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê bi dirûşma “Nasnameya Ciwanan” panelek li dar xist.
Yekitiya Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya bajarê Hesekê îro bo dirûşma “Nasnameya Ciwnan” panelek li dar xist û nasnameya ciwanan, erka û mafên wan di civakê de da nasandin.
Bi dehan ciwan, nûnerên ciwanên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl di panelê de hazir bûn.
Endama Meclisa Giştî ya PYD’ê Fîdan Sîno axivî û bal kişand ser rola girîng a ciwanan di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de û girêdana wan bi şoreşê û fikrê Rêber Abdullah Ocalan û wiha got:
Em dê piştgiriya berxwedan û têkoşîna ciwanan bikin heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were.
Her wiha endama Yekitiya Jinên Ciwan a Hesekê Êlîza Ehmed nasnameya ciwanên şoreşger şirove kir.
Dawiya nîqaşê ciwanan li ser van xalan li hev kirin.
- Zêdekirina dewreyên perwerdeyê li hemû gund û navçeyan,
- Avakirina koordînasyona ciwanên şoreşger li hemû komînan,
- Zêdekirina çanda xwendina pirtûkan di nava ciwanan de,
- Lidarxistina çalakiyên hunerî ji bo ciwanan.