Polîsan êrişî dayîkên Şemiyê kirin 12 kes binçavkirin

Îro dayîkên Şemiyê ji bo aqûbeta zarokên xwe li qadan bûn. Dayikên Şemiyê dîsa xwestin li Qada Galatasarayê daxuyaniyê bidin, polîsan êriş kir û 12 dayîk binçavkirin.

Dayikên Şemiyê di hefteya 942’yemîn a çalakiya xwe de bi daxwaza li aqûbeta xizmên xwe yên winda bipirsin û darizandina kujeran xwestin li Qada Galatasarayê daxuyaniyê bidin.

Tevî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) jî li qadê dorpêça polîsan dewam kir.

Polîsan êriş birin ser dayîkan û Seroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê Gulseren Yolerî jî di nav de 12 kes binçavkirin.

Kêliya ku polîsan mirovên şemiyê li wesayîta binçavkirinê siwar kirin, wêneyên windayan nîşandan û îşareta serkeftinê kirin.

Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn hat binçavkirin

Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku ew li Balafirgeha Sabîha Gokçen a Stenbolê ji aliyê polîsan ve hatiye binçavkirin.

Eren Keskîn hefteya bihûrî roja şemiyê li gel Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê hatibû binçavkirin û piştre hatibû berdan.

Back to top button