CPT: Di 8 salan de zêdeyî 400 welatî bûne qûrbaniyên balafirên Tirk

Li gorî amareke Tîma Kurdistanê ya Iraqê CPT’ê, di 8 salan de zêdeyî 400 kes di bombebaranên dewleta Tirk de bûne qûrbanî.

Duh li çiyayê Şirîn li gundê Erdêl ya girêdayî Şêladizê cenazeyê du welatiyan hatin dîtin.

Ev welatî, beriya 11 rojan ji bo komkirina pincarên baharê, berê xwe dabûn çiya.

CPT ragihand ku herdu welatî di encama êrişeke hewayî ya dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî amareke Tîma kurdistanê ya Iraqê CPT’ê, ji meha Gulana 2015’an heya niha nêzî 150 welatî di êrişên hewayî yên dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dane û 260 kes jî birîndar bûne.

CPT êrişên delweta Tirk yên li ser Başûrê Kurdistanê bi tundî şermezar kir.

Artêşa Tirk cihê geştiyariyê li gundê Perex ê ser bi Zaxo ve topbaran kir

Ji bo qurbaniyên komkujiya Zaxoyê li Iraqê şîn hat raghandin

Back to top button