Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê Nûray Ozdogan diyar kir ku dozger û dadgerê Doza Kobanê bi mutala û biryarên terefiya xwe ya hilbijartina 2023’an dan nîşandan.
Nûray Ozdogan anî ziman ku DMME’ê îtîraza hikûmeta Tirkiyê ya li dijî biryara xwe red kir û got:
“Duh Carek din me dît ku hiqûq bi temamî hatiye binpêkirin û li ser daxwaza îktidarê tê şixûlandin.
Nûray Ozdogan: Bi mutalayê bûn terefê hilbijartinê
Nûray diyar kir ku ew biryarên demkî yên dadgehê û mutalaya dozgeriyê pêşkêş kiriye terefiya xwe ya hilbijartinên 2023’an eşkere kiriye û got:
“Em vê yekê qebûl nakin, ji bo dîroka demokrasî û pergala hiqûqî ya Tirkiyê cihê xemgîniyê ye.
Dema ku ev bên binpêkirin, cihê şermê xwe dide nîşandan.
Nûray Ozdogan dawiyê got: Em jî soz didin ku piştî 14’ê Gulana 2023’an rayedarên darazê ji vê tabloya şermê ya ku ketinê derxin.