Şandeya jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Silêmaniyê serdana Tevgera Azadî û Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) kir.
Serdanên şandeya jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya dibin serokatiya Seroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed de li Başûrê Kurdistanê dewam dikin.
Di vê çarçoveyê de şande li Silêmaniyê serdana RJAK û Tevgera Azadî kir.
Şande ji aliyê Hevseroka Giştî ya Tevgera Azadî Tara Hisên û Endama RJAK’ê Bano Helebce yî û endamên din ên her du aliyan ve hat pêşwazîkirin.
Seroka Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed di civînê de got:
Armanca serdana me ya ji bo Başûr ewe ku em rewşa jinên Başûr û asta amadekariyên wan ên ji bo pêkanîna kongreya netewî ya jinan bizanîn.
Beriya niha jî şandeya jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana jinên di nav Tevgera Goran, Qeymeqama Helebce , Rêxistina Yekitiya Jinên Kurdistan û Endama Serkirdayetiya YNK’ê kiribû.
Armanca serdanê pêşxistina peywendiyên navbera jinên Başûr û Rojavayê Kurdistanê ye.