Şandeyek ji jinên Bakur û Rojhilatê Sûrî li Başûr in

Şandeyek jinên Bakur û Rojhilatê Sûrî li Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê bi rêxistinên jinan re civiyan. 

Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed û nûnera Kongra Star a Başûr Roza Hesen jî di nava şandeyê de ne.

Şande bi Yekîtiya Jinên Kurdistanî û YNK’ê re hevdîtin kir

Şandeyê bi seroka Yekitiya Jinên Kurdistanî û endamên yekîtiyê re, li navnenda yekitiyê ya bajarê Silêmaniyê civiya.

Di hevdîtinê de, aliyan anîn ziman ku ji bo parastina destekftiyên jinan têkiliyên navbera rêxistinên jinên Kurd girîng in.

Di heman çarçoveyê de şandeyê bi rêveberiya Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Talar Letîf re civiya.

Di hevdîthevdîtinê de, behsa rewşa siyaysî ya heyî, rewşa jinên Kurdistanê û giringiya rola wan di aliyên siyasî de hat kirin.

Li aliyekî din hat diyarkirin ku divê konferansa 3. a jinên Kurdistanî were lidarxistin û têkiliyên wan xurt bibin.

Her wiha hate gotin ku bi yekitiya jinan dê yekitiya Kurdistanî jî pêk bînin.

Şendeya jinên Rojavayê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê ye

Back to top button