Hêzên Asayîşa Başûrê Kurdistan weşana Televiziyona “NRT” hefteyekî hat rawestandin

Li Başûrê Kurdistan, hêzên Asayîşê bi ser avahiya Naliya Radiyo û Televziyon NRT1 de girtin û weşana wê heftiyekê dê were rawestandin.

Ajansa Nûçeyan “Rojnews” ragihand ku di saet 02:30’ê berbangê de, hêzên Asayîşê bi ser avahiya Televziyona NRT1 ya li bajarê Silêmaniyê de girt.

Wezareta Rewşenbîriyê ya hikum eta Başûr jî îro vê sibehê biryara girtina weşana Televziyona NRT heta hefteyekê ragihand.

Li gorî belgeya biryarê, ji ber NRT berevajî madeya sêyem ya destûra televziyon û radyoyê xebitiye, dê weşana TV, weşana DVBT û li ser înternetê jî were girtin.

Hêzên Asayîşê her wiha hinek endamên wê birîndar kirine û alavên li avahiyê jî desteser kirin û gelek jî şikandin..

Back to top button