
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê derdora gundê Um El- Keyf ê girêdayî Til Temirê ya kantona Hesekê û gundên Efrîna dagirkirî û Şehbayê topbaran kirin.
Ji ber topbarana artêşa Tirk, zeviyên sivîlan ên di navbera cihê çêlekan û gundê Um El-Keyf ê girêdayî Til Temirê, şewitîn.
Her wiha artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Efrîn û Şehbayê jî topbaran kirin.
gundên ku hatin topbarankirin ev in: Merenaz, Malikiye, Şewarxe û Elqemiya.
Hêzên dagirker ji herêma Ezazê ya dagirkirî gundên navborî topbaran kir.
Heta niha di derbarê encamên topbaranê de ti agahî nehatin bidestxistin.