Dagirkeriya Tirkiyê li Girê Spî li malên welatiyên resen biyaniyan bi cih dike

Mistefa El Îdan ê ji ber dagirkeriya artêşa Tirk û çeteyên wî ya li Girê Spî koçber bûye, hêrsa xwe der barê dagirkeriyê de anî ziman û got:
“Edaleta dunyayê li ku derê ye? Li mala min bi cih bûne, lê ez jî di konekî de me.”

Koçberê bi navê Mistefa El Îdan (34) li kampa koçberên Girê Spî bi cih bûye ku Rêveberiya Xweser di 22′yê Mijdara 2019′an de ava kiriye.

Mistefa El Îdan got: “Li dunyayê edalet nin e. Gelê Sûriyeyê çi kiriye heta ev tişt bi serî wî were kirin?

Ez û zarokên xwe di konekî de dimînin û êşa germa havînê û sermaya zivistanî dikişînin.”

Mistefa El Îdan hêviya vegerê xwe anî ziman û got:

“Em bi hêviya vegera li warê xwe ve girêdayî ne.

Em ji bo parastina zarokên xwe ji topên ku wekî baranê bi ser me de dibariyan, koçber bûn.

Dagirker wê têk biçin, dê herêmên me werin rizgarkirin û em ê vegerin ser xaka xwe.”

Back to top button