Xiyaneta PDK’ê ku rê li ber dagirkirina Başûrê Kurdistanê ya dewleta Tirk û komkujiyan vekir, li bajarê Mulhouse ê Fransayê û li bajarê Stuttgart ê Almanyayê hate şermezar kirin.
Bi dehan kurdistanî li bajarê Mulhousê yê Fransayê hatin ba hev wêneyên Nûnerê KNK’ê yê Başûrê Kurdistanê Denîz Cevdet Bulbun ku li Hewlêrê ji aliyê dewleta Tirk û PDK’ê ve hat şehîdxistin hilgirtin.
Di çalakiyan de ku danezanên têkîldarî xiyanet û dagirkeriyê hatin xwendin, dirûşmeyên “Bimre xiyanet”, “Bijî berxwedana gerîla” hatin berzkirin.
Li bajarê Melboûrne yê Awûstrayayê jî dewleta Tirk a dagirker û hevkariya PDK’ê hat şermezarkirin.
Çalakî li ber li ber Pirtûkxaneya Eyaletê ya Victoria hat lidarxistin.
Li vir Nûnerê KNK’ê yê Melboûrneyê Heval Herkî daxuyaniya bi zimanê Îngilizî xwend.
Herkî bang li PDK’ê kir ku dev ji xiyaneta xwe berde û kujerê Denîz Bulbun eşkere bike
Çalakî bi diruşmên bimre xiyanet bi dawî bû.
Kurdistaniyan hevkariya pdk’ê a bi dewleta tirk re şermezar kirin