
Li navçeya sirînê ya girêdayî bajarê kobanê stasyonek nû ya ava vexarinê tê avakirin.
Ji ber tinebûna ava vexwarinê 5 gundên rojhilatê navçeya sirînê gundê ras aleyn, kêfûn, girik, erênê û xera-berkîr bê av diman.
Rêveberiya ava vexwarinê ya navçeya sirînê a girêdayî kobanê ji bo her 5 gundên ku ava vexwarinê nedighaşt wan, stasyonek nû ava dike.
Girêdayî pirojeyê hevserokê ava vexarinê ya herêma firatê Mesûd Bûzî got:
Rêveberiya ava vexarinê ya Herêma firatê û gelê herêmê bi hevre bi vê pirojê radibin û beriya meha cutmehê bi dawî bibe wê ava vexarinê bighêje şênîyan.