PKK-PAJK’ê şehîdên komkujiya zindana Amedê bi bîr anî

Di ser hovîtiya 24’ê Îlonê re ya ku dijmin li zindana Amedê kir 27 sal derbas bûn.
Komîteya Zindanê ya PKK-PAJK’ê şehîdên Komkujiya Zindana Amedê ya 1996’an bi bîr anîn û got:
“Me kiryarên li dijî 10 hevalên xwe ji bîr nekir.”

Di daxuyaniya komîteyê de hate gotin:

“24’ê Îlonê di dilê girtiyan hemûyan û hevrêyên wan de germ e, sotîner e.

Ji ber vê yekê em ji Rêberê xwe re dibêjin, ‘Em şehîdên xwe dispêrin dilê xwe, naspêrin axê’.

Hikumeta faşîst sala 1996’an bû desthilatdar, li her qadê li hemberî Rêberê me û têkoşînê me êrîşên berfireh kir.

Qada zindanê jî para xwe ji van êrîşan wergirt .

Di 24’ê Îlona 1996’an de li Zindana Amedê 10 hevrêyên me bi rengekî hovane hatin qetilkirin. ”

Komîteyê diyar kir ku berxwedana hevrêyên me wê bi tîpên zêrîn li dîroka şoreşên cîhanê bê nivîsandin.

Ji ber vê yekê jî 24’ê Îlonê dîrokeke me ya berxwedanê ya bi rûmet e ku divê her tim bê nirxandin û bîranîn.

Komîteyê herî dawî bang li gelê xwe yê welatparêz, raya giştî kir ku bikevin nava liv û tevgerê.

Back to top button