Sedat Akbay yek ji şahidên berxwedana 14’ê Tîrmehê ye

Şahidên 14’ê Tîrmehê roja rûmetê ya netewî gotin:
“Ji xeynî berxwedanê tu rê tune bû.”
Çalakiya Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê têkoşîna li dijî teslîmiyetê bûye.
Ev çalakî peyama ku dê dê teslîmiyet bi ser nekeve dida.”

“Berxwedan dibe serketin, teslîmîyet dibe xiyanet”..

Di bin vê dirûşmê de Berxwederên 14’ê Tîrmehê li Kurdistanê rê li ber serdemeke nû vekirin.

14’ê Tîrmehê roja rûmetê ya netewî îro 41 salî li dû xwe dihêle ..

Li Kurdistanê îro jî li ser rêya berxwedana 14’ê Tîrmehê, têkoşîna azadiyê roj bi roj mezin dibe.

Ji şahid û mexdûrên Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê Sedat Akbay û Mehmet Alî Artûk, behsa wê demê kirin.

Sedat Akbay ku wê demê di Girtîgeha Amedê ya Hejmara 5’an de maye got:

“Wê demê li gor dewletê hemû kesên li Kurdistanê terorîst bûn.

“Wê demê li gor dewleta Tirk hemû kesên li Kurdistanê terorîstin”

Li girtîgehê ewilî Esat Oktay Yildiran îşkence li min kiriye..

Leşkeran tim em tazî dikirin û îşkence dikirin.

Rojê 5 saetan sirûda Îstiklalê bi me didan gotin.

Zorê didan me ku em alaya tirk li hucreyên xwe daliqînin. ”

“Ji xeynî berxwedanê tu rê tune bû”

Akbay piştrast kir ku hevalên di rojiya mirinê de şehîd ketin hevalên herî dilnizm bûn.

Gelek hevalên me yên leheng ên ez nikarim navê hemûyan bilêv bikim hebûn.

Kemal Pîr ew canê xwe ji bo her tiştî feda kirin û xiyanet kêliyekê be jî nehat bîra wan.

Ji xeynî berxwedanê tu rê tune bû.

Me ev ji bo jiyaneke mirovane kirin. Em bi vê serbilind in.

Mehmet Artûk: Berxwedanê êşkence pûç kir

Mehmet Alî Artûk jî ku ew jî li ser destê Esat Oktay Yildiran hatiye êşkecekirin got:

“Me bi berxwedanê êşkenceyên Oktay Yildiran pûç kirin.”

Alî Artûk li girtîgehê Kemal Pîr û Mehmet Xeyrî Dûrmuş nas kir..

Ji ber vê behsa bîranên xwe yên bi wan re kir:

“Hevalê Xeyrî, gava li cihekî biaxiviyana, her kes wî bi baldar guhdar dikir.

Her kes li benda gotina wî bû. Ez dikarim wiha behs hevalê Kemal jî bikim. ”

“14’ê Tîrmehê li dijî faşîzmê şêwazê têkoşînê diyar kir”

Artûk herî dawî ev yek anî ziman:

“Çalakiya Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê têkoşîna li dijî teslîmiyetê bû..

Ev çalakî peyama ku dê dê teslîmiyet bi ser nekeve dida û li dijî faşîzmê şêwazê têkoşînê diyarkir.”

14’ê Tîrmehê roja rûmetê ya netewa Kurd

Back to top button